Nûçeyên Iraqê

Qaîda tekez dike ku êrîşên hevpeymaniyê rêberê wê yê bi navê el-Mesirî li Sûrîyê kuşt

Li gor raporteke AFP ku roja Pêncşemê, (2yê Adarê) hatiye belav kirin, Qaîda tekez kiriye ku rêberê wê yê bilind ê bi navê Ebû el-Xêr el-Mesirî, ku wekî rêberê di rêza duyem a rêxistinê de tê naskirin, ji encama êrîşeke esmanî li Sûrîyê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê de du şaxên koma cîhadî, ku yek ji wan Qaîdes li Cezîra Erebî ye, got ku el-Mesirî ji encama êrîşa balafireke bêpîlot hatiye kuştin.

El-Misirî zavayê damezirînerê el-Qaîda Usama Bin Ladin bû û tê texmînkirin ku ew cîgirê Eymen Elzewahirî ye.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov destpêka vê heftiyê gotibû ku Zewahirî di êrîşa 26ê Sibatê ya Hevpeymaniyê de, ya ku li bajarokê Mastumah li parêzgeha Idlibê pêk hatibû, hatiye kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500