Nûçeyên Iraqê

Polîsê Elman çend Sûrî ji ber têkiliya bi Eniya Nusra re girtin

Polîsê Elman roja Pêncşemê (2ê Adarê) ji ber gumanên derbarê pêkanîna tawanan di nava rêzên tundrewên li Sûriyê, di nav de sêdarekirina sî û şeş sivîlan, du Sûriyan girtin, AFP ragihand.

Kesekî Sûrî yê 35 salî guman jê tê kirin ku ew endamê Eniya Nusra ye, ya ku aniha xwe bi navê Eniya Ehrar el-Şam dide naskirin, bi 36 tawanên şer li dor roldîtin di kuştina bihevreyî ya karmendên hikûmetê di sala 2013an tê tawanbarkirin, dozgerê fedral di daxuyaniyekê de got.

Tê gotin ku Sûriyê din, yê 26 salî, endamê heman girûpê ye, û ew bi rêvebirina pere, wesayît û çekên yek ji yekîneyên wê yên şerker tê tawanbarkirin.

Ew kes ji aliyê polîsên Badin-Fortmbêrg û Bakurê Rayn-Wêstfalya hatin girtin û herwiha li şuqeyên wan geriyan.

Dorgerên fedral ên Elman dora deh lîkolînên derbarê gunanên ji pêkanîna tawanên şer li Iraq û Sûriyê destpê kirine, milbimilê bi dehan haletên gumanlêkirî yê endamtiya girûpên tundrew.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500