Nûçeyên Iraqê

Dadgeha Şerîetê ya DAIŞ a li Enbarê hat wêrankirin

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî dadgeha şerîetê ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ya li rojavayê Enbarê wêran kir û xesarên giran gihandin girûpê, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (1ê Adarê) ragihand.

"Êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê şeva Sêşemê dadgeha DAIŞ ya Şerîetê li Qaim, li nêzî sînorê Sûriyê, wêran kir," fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 20 terorîst hatin kuştin û tiştên wan ên serbazî di êrîşê de hatin wêrankirin," wî got.

Êrîşeke din li ser karwaneke DAIŞ pêk hat û siwarên karwanê hatin kuştin, Felahî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500