Nûçeyên Iraqê

Di deh rojan de 26,000 Iraqî ji şerê rojavayê Mûsilê direvin

Herî kêm 26,000 kes di deh rojên borî de ji dema ku hêzên Iraqî operasyona vegerandina rojavayê Mûsilê destpê kirine reviyane, Casim Muhemed Caf, wezîrê Koç û Koçberan, di daxuyaniyekê de got.

Ev hejmar tenê beşekî biçûk e ji hejmara 750,000 kesên ku tê bawerkirin ku ew hîna jî di bin hukmê "Dewlea Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ne, lê belê tê pêşdîtin ku ev hejmar dê di roj û heftiyên bên de zêde bibe.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Iraqî ragihand ku Ajansa Dije-Terorê apartmanên Memûn vegerandin, fermandar ferîq rukn Ebdulxanî Esedî ev yek weke "girîngiyek bo vegeradnina taxên li derdora wê" hejmart.

Hevdem, hêzên Iraqî alîkariya mirovî ji niştecihên ku li deverên li rojavayê Mûsilê, yên ku di çend rojên borî de hatin vegerandin, mane peyda kirin.

"Me bi tonan alîkariyên pizîşkî û mirovî ji niştecihên van deveran re peyda kirine," fermandarê operasyonên Nînewa Ebdulemîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Niştecih agahî û zanyariyên nihênî li ser çekdarên DAIŞ ji hêzên Iraqî re peyda dikin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500