Nûçeyên Iraqê

Peykerên Tedmurê yên zîyandîtî piştî termîmkirina li Îtalya vedigerin Sûrîyê

"Du peykerên kêmpeyda ji nav destên Rêxistina DAIŞ li bajarê kevn ê Tedmûrê hatin xelaskirin paşê li Îtalya hatin termîmkirin û ew vegerandin Sûrîyê," rêveberê şûnewarên dîrokî yê Sûriyê, Mamûn Ebdilkerîm, îroj Çarşemê (1ê Adarê) got.

"Ev herdu peykerên ku roja Sêşemê bo Sûrîyê hatine vegerandin, tev li 400 berhemên din ên dîrokî bûne ku ji Tedmurê hatibûne xelaskirin," Mamûn Ebdilkerîm ji AFP re got.

Du peykerên behîdar ên ku bi rengekî xerab hatibûne kavilkirin û diyar bû ku derbeyên çakûçan xwarine, ji hêla hêzên Sûrî ve hatine vegerandin. Xuya ye ku DAIŞ tenê ev berhemên dîrokî li devereke biyabanî li şûna xwe hiştine û neketine ber dizîyê.

Teknolojiya nûjen di termîmkirina herdu berheman de hatiye bikaranîn. Ev restorasyon ji bo rêzgirtin û bîranîna birêveberê berê yê şûnewarên dîrokî yên Tedmurê, Xalid Esed, hatiye kirin, ku di sala 2015an de, di 82 saliya xwe de, li ser destên çekdarên DAIŞ hatibû kuştin.

Îroj Çarşemê, ew herdu peyker -yek ê jinekê ye û yê din ê mêrekî ye- ji Muzexaneya Şamê bo devereke nedîyar hatine veguhestin.

Ebdilkerîm got ku termîmkirina peykeran "gava pêşîn ya erînî, berbiçav û rast e ku civaka navneteweyî ji bo parastina kelepûra Sûriyê avêtiye."

"Ev beşek ji dîplomasiya çandî ye, ya ku rê li ber kordînatoriya di navbera xelkên welatên cuda de nagire ku li dijî radîkalî û berberiyê tê bikoşin," wî got.

"Dawîya dawî, kelepûra Sûrî kelepûra mirovahهyê ye,” wî got jî.

Ev herdu peyker vedigerin sedsalên duyem û siyem û di rêya Libnanê re bo Romayê hatibûne veguhastin.

Tîmeke ji pênc pisporan bi qasî mehekê li ser restorekirina peykeran xebitîn û bi rengekê taybet giranî da termîmkirina rûyan.

"Tiştê ku DAIŞ rûxand, me ji nû ve saz kir," yek ji restorekarên bi navê Antonyo Iaksarîno got, "em şerekî îdyolojî di rêya çandê re didin meşandin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500