Nûçeyên Iraqê

Filmeke li ser Xûzeyên Sipî yên Sûrî xelata Oskar werdigre

Filmeke li ser xebata Xûzeyên Sipî yên Sûrî -- xebatkarên ku jiyana xwe dixin xeteriyê de daku jiyana sivîlan ewle bikin -- xelata Oskar a baştirîn kurte-belgefilm roja Yekşemê (2ê Sibatê) wergirt, li gorî AFP.

Filmê "Xûzeyên sipî," ji berhemanîna Netflix e û derhênan Orlando von Einsiedel e, û li pêşiya kurtefilmekî li ser şerê Sûriyê bi navê "Wetenî: Welatê min" hat.

Raîd Salih, serokê koma rizgarkirinê, di daxuyaniyekê de got ku Xûzeyên Sipî jiyana zêdetir ji 82,000 sivîlan parast.

"Ez bang li herkesê ku dengê min dikin dikim ku ji bo jiyanê bixebite, ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê û li seranserê cîhanê bixebitin," wî di daxuyaniyekê de ku ji aliyê derhênerê film hate xwendin got.

"Pir rihet e ku ev ciwan hest bikin ku ew hatine jibîrkirin. Ev şeş sal in ku ev şer berdewam e," wî got.

Xûzeyên Sipî sala 2013 hat damezirandin, û kar li ser ewlekirina sivîlan li deverên li jêr desthilata opozîsyonê dike.

Beriya qewimîna şer, ev xwebexş xwedan karên rojane bûn -- nanpêj, wênekêş û hinek xwendekar bûn. Ev girûp dibêje ku ji 2013an ve zêdetirî 3,000 xwebexşan tevlî wê bûne.

Ew bi navê kumên sipî yên ku xwebexşên wê li xwe dikin tê binavkirin û ji ber karên wê yên wêrek navdariyeke navdewletî bi dest xistiye, û gelek caran karên wê hatine filmkirin û di medyaya civakî de hatine belavkirin.

Slogana girûpê, "Parastina jiyana kesekî parastina tevahiya mirovahiyê ye," ji Quranê hatiye wergirtin, tevî ku ewlekar dibêjin ku ew hemû lêqewiyan derman dikin, bêyî berçavgiritina ola wan.

Xûzeyên Sipî ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Nobil ya 2016an hate berbijêrkirin û vê kandîdiyê piştgiriyeke navdewletî wergirt, lê tevî wiha jî ew biser neket.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çi dihêle ku hûn hest bi wê yekê bikin ku hûn bi hinek xelkê gêjik re mameleyê dikin? Heta piraniya medyaya Rojavayî jî zanîn ku rêxistina Xûzeyên Spî di rastiyê de hêzên çekdar ên Bereya Nusra (Cebhet Nusra) ne û mil bi milê terorîstan kar dikin. Çawa mumkin e ku ew tenê li deverên kontrolkirî ji aliyê DAIŞ ve hene? Gelo alîkariya kesên birîndar bi awayekî bijartî tê kirin?

BERSIV BIDE