Nûçeyên Iraqê

Ceza li ser 2 lîderên Eniya Nusra li Sûryê tên danîn

Du lîderên bilind ên Eniya Nusra li Sûriyê, ku aniha navê xwe bo Fetih Şam guhertiye, navê wan derbasî lîsteya reş kirine, AFP roja Pêncşemê (23yê Sibatê) ragihand.

Par, Iyad Nezmî Salih Xelîl Sêyemîn lîderê herê bilind yê Eniya Nusra bû û "emîrê" wê bû bo Sûriyeya berayî, Wezarete Darayî ya Amerîkî di daxuyaniyekê de got.

Berî vê yekê, wî "ewlekarî û hewalgiriya xebatên berpirs li ser kuştinan a Eniya Nusra bihêztir kir, zindanên bi eşkenciyê naskirî birêve dibir, û talankirina wesayit û tiştên endamên Artêşa Azad ya Sûriyê han dida", daxuyaniyê got.

Zilamê Duyem, Besam Hesrî, tê îdiakirin ku ew lînka di navbera Eniya Nusra û Qaîda de ye û "emîrê" Eniya Nusra ye li Dera.

"Bi çavdêrîkirina operasyonên serbazî yên stratêjiya Eniya Nusra ya ku tê pêk anîn, ev lîderên Eniya Nusra û terorîstên Qaîda berpirsin li ser peydakirina piştgiriya sereke bo girûpê tundrê û terorîst," John Smith, wekîlê birêvberê Ofîsa Kontrola Fînansa Biyanî got.

Ceza, ku li pey biryarên NY li ser vî cotê tên, dixwazin ku fînansa wan bisekinîn, û wan ji sîstema fînans ya cihanî derxin, û rê li geştiya wan ya navdewletî bigrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500