Nûçeyên Iraqê

Belgeyên eşkerbûyî yên DAIŞ banga kuştina rewşenbîran û zanayan dikin

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (23ê Sibatê) belge li veşargeheke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li taxa Zuhûr dîtin ku banga kuştina tevahiya rewşenbîr û zanayên Mûsilê yên ku girûp nepejirandin dikin, fermandanê operasyonên Nînewa, Necmedîn Kerîm Cuburî, ji Diyaruna re got.

"DAIŞ zêdetirî 100 kesayetên olî, akademisyon û rewşenbîrên Mûsilê yên ku girûp nepejirandin û yên hinekan ji wan wan girûp weke metirsiyeke rasteqîn hejmartin kuştin," Cuburî got.

Belgeyên ku li veşargeha DAIŞ hatin dîtin "hewcedariya terorkirina" rewşenbîran "ji ber ku xeteriyeke mezin li ser projekta girûpê çêdikin piştras dike", wî got. "Lewra DAIŞ dixwest ku xwe ji tevahiya wan kesên ku îdyolojiya wê redikin xelas bike."

Hêzên Iraqî herwiha 18 çekdarên DAIŞ ên ku xwe li deverên Mûsilê yên ku nû hatine rizgakirin diveşartin girtin, Wezareta Hundir roja Înê (24ê Sibatê) got.

Kesên daxwzkirî di operasyonên lêgerînê de li taxa Qahîra li rojhilatê Mûsilê hatin girtin, wezaretê di daxuyaniyekê de.

"Operasyon li ser bingeha agahiyên hewalgirî bûn û bi hevahengiya şêniyên ku gelek zulm ji ber tawanên ku girûpê van herdu salên borî encam dabûn jiyan kirin bûn," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500