Nûçeyên Iraqê

130 laş di goreke bikom de li Idliba Sûriyê hatin dîtin

Termên zêdetir ji 130 şervanan, hinek bi guleyan hatine kuştin û yên din hatine serjêkirin ji aliyên hevrêkên tundrew ve, di gorên bikom de li parêzgeha Idliba Sûriyê hatine dîtin, AFP roja Pêncşemê (23ê Sibatê) got.

Herî kêm 131 laş rojên Çarşemê û Pêncşemê di du gorên bikom ên cuda de li nêzî Xan Şeyxûn hatin dîtin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Laşên 41 çekdaran li nêzî heman bajarokê ku pevçûn lê di navbera Cund al-Eqsa û Eniya Nusra de û hêzên din de derketibûn hatin dîtin.

Cund al-Eqsa, ya ku bi nêzîkbûna ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tê naskirin, ew çekdar girtin û ew "bi dar ve kirin", rêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Peyvdarê Ceyş el-Nesir Muhemad Raşid got ku hejmara laşên hatine dîtin128 laş in. Wî got ku 71 ji kesên kuşetî çekdarên hêza wî bûn.

"Sê welatiyên rojnamevan û 11 fermander di nav wan de bûn," Raşid got.

Jêderekî ji berevaniya medenî got ku 125 laş ji du goran di barageheke berê ya artêşê de hatin dîtin ku Cund al-Eqsa dest danîbû ser wê.

Di vê mehê de, Cund al-Eqsa and Eniya Nusra ketin nav pevçûnan de piştî nakokiyên derbarê hejmûna li parêzgeha Idlibê de.

Eniya Nusra milbimilê çend girûpên hevalbendê wê di hevbendiya Tehrîr al-Şam şer dikir, û şer û pevçûn ji Idlibê hilpekîne parêzgeha Hemayê ya nêzîk jî.

Çekdarên Cund al-Eqsa fighters bo Hema û deverên din vekişiyan, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500