Nûçeyên Iraqê

Koçberekî Sûrî li Awstirya ji ber 20 kuştinan tê hukimkirin

Koçberekî Sûrî li Awistirya roja Çarşemê (22ê Sibatê) ji ber sêdarekirina 20 leşkerên birîndar li welatê xwe hat hukumkirin, AFP ragihand.

Zilamê 27 salî li penageheke koçberan li rojavayê Awistirya di Hezîrana sala borî de piştî ku Sûriyekî din îxbarî lê kir hat girtin.

Ew bi 20 "kuştin weke karekî terorî" hatiye tawanbarkirin, û rastî jiyan di zindanê de tê eger gunehbar bû.

Li gorî medyaya Awistirî, tawanbar bi serbilindî ji penaxwazan re qala agirberdana hêzên rejîma Sûrî yên ne-çekirî anjî birîndarbûyî dikir.

Piştî giritina wî, di destpêkê de tawnabar bi kuştinên 2013-2014 li rojavayê bajarê Hums û devera li derdora wê îtiraf kir, lê belê li pişt re îtirafa xwe kişand.

Awistirya nikare vî zilamî derxe daku li Sûriyê rûbirûbûna giliyan bike ji sedema şerê navxweyî ya xwîndar ya şeş salî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500