Nûçeyên Iraqê

130 kes li Sûrîyê di pevçûnên ligel hevalbendên DAIŞ de mirin

Bêhtirî 130 kesan, bi piranî şervan in, hatin kuştin di sê rojan de ji pevçûnên di navbera tundrewên nêzî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û şervanên opozîsyonê de li başûrê Sûriyê, AFP roja Çarşemê (22 Sibatê) got.

Pevçûn di navbera Artêşa Xalid Bin Welîd -- ku sala par loyelatî ji DAIŞ re ragihand -- û girûpên opozîsyona Islamî derket, di nav de Ehrar el-Şam, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herî kêm 132 kes hatin kuştin di pevçûnan de li parêzgeha Daraa li nêzî sînorê bi Urdin re.

Artêşa Xalid Bin Welîd pevçûn destpê kirin bi êrîşkirineke i ser şervanên opozîsyonê li rojavayê parêzgeha başûrî.

Girûpa ser bi DAIŞ ve sê dever kontrol kirin, di nav de Sahem Colan li nêzî sînor û girekî raserî bajarokêNewa yên ku opozîsyon wê kontrol dike, û herwiha dixwaze ku bandora xwe li wê deverê jî berfireh bike.

Parêzgeha Deraa province, landika şoreşa 2011an li dijî rejîma Sûrî, bi giştî ji aliyê opozîsyonê ve tê kontrolkirin, lê hebûna hêzên sr bi rejîmê ve û hebûna DAIŞ jî li wir heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500