Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY aliyên dijber yên Sûriyê dibîne, lê belê hêvî ji danûstandinan re kêm e

Şanderê NY bo Sûriyê roja Pêncşemê (23ê Sibatê) şêwirkarî ligel aliyên dijber di krîza şeş-salî de pêk anî, li gorî AFP.

Staffan de Mistura dest bi civînên cuda ligel rejîma Sûrî û şanderên opozisyonê li Cinîva kir, daku ajenda û çarçoveya yekem danûstandinên aştiyê bi mêvandariya NY di 10 mehan de gotûbêj bike.

Komîteya Bilind a Danûstandinan ya opozisyonê roja Çarşemê got ku ew dixwaze danûstandinên dîrekt ligel rejîmê pêk bîne, lê belê dibe herdu al vê yekê qebûl bikin.

Ne serokê şanda rejîmê Beşar Ceferî û ne serokê tîma opozisyonê Nesir Herîrî peyivîn dema ku gehan ofîsên NY li bajarê Swîsrî.

De Mistura got ku wî plan danîbû ku civîneke vekirî di wê rojê de ligel herdu aliyan pêk bîne, lê belê wî itîraf kir ku erda pêşketinê kêm e.

"Ez pêşbîniya pêşketineke mezin dikim? Na, ez pêşbîniya pêşketinekê nakim," wî got, bal jî kişand ku "hêz" bo danûstandinên zêdetir baştirîn tişt e ku ew tê hêvîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500