Nûçeyên Iraqê

Şervanên dijberiya Sûriyê girtina Babê ji destê DAIŞ ragihandin

Şervanên dijberiya Sûrî ku Tukiyê piştevaniya wan dike roja pêncşemê (23ê Sibatê) ragihandin ku wan bajarokê Babê bi temamî ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kontrol kir piştî çend heftiyan ji şerekî xwînî, AFP got.

Ajansa dewleta Turkiyê Anadol got ku şervanên dijberiya Sûrî dest danîn ser navenda bajarok, yê ku asêgeheke girîng a DAIŞ bû û bi dora 25 kîlometran ji sînor dûr e.

"Em radighînin ku Bab bi temamî rizgarbû ye, aniha jî em taxên niştecihbûyî ji mînan paqij dikin," Ehmed Osman, fermandarê koma opozîsyonê ya Sultan Murad, got.

"Piştî çend saetan ji şer, me paşmahiyên dawîn ên hêzên DAIŞ derxistin, ên ku diherifin piştî bombebarankirin dijwar ji çeperên wan re," wî got jî.

Du fermandarên meydanî yên du hêzên din ên opozîsyonê li bajarok – lîwayên Hemza and Mutasim – nûçeyên berdana DAIŞ ji babê piştrast kirin.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hîna çekdarên DAIŞ li hinek beşên ji bajarok manr û got ku opozîsyon bi tenê kontrola kêmtir ji nîvê bajarok dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500