Nûçeyên Iraqê

Girûpên Sûriyê yên dijber beriya danûstandinan gihiştine Cinêvê

Qewil bû ku girûpên Sûrî yên dijber roja Çarşemê (22ê Sibatê) bo danûstandinên bi navbênkariya NY bo bidawîanîna şerê şeş-salî li Cinêvê bin, li gorî AFP.

Dihat pêşbînîkirin ku danûstandinkarên rejîmê û delegeyên opozisyonê rojekê berî ku danûstandinên ku piştî sekinandineke 10-mehî dîsan dê berdewam bibin li bajarê Siwîsrî bin.

Opozisyon dest ji gera dawî berda weke protestokê li dijî xwînrijandina ku her diçe zêdetir dibe û roja Pêncşemê hişyarî da ku binpêkirinên agirbestê careke din bûne rêgirekî gelek mezin.

"Astengî diyar in û yek ji wan ew e ku tu pêşketin di bihêzkirina agirbestê de tune ne," Yehya Erîdî, şêwermendê Komîteya Bilind ya Danûstandinan ya opozisyonê, got.

Ofîsa navbênkarê NY Staffan de Mistura roja Sêşemê got ku dê fokusa danûstandinê li ser "qonaxa raguzara siyasî" be.

Çil rêxistinên mafên mirov banga kirin ku danûstandinan fokusê li ser bidawîanîna binpêkirinên mafan bikin, ji ber ku ew di vî şerî de berbelav in.

"Divê yek ji armancên sereke yê danûstandinên Cinêvê bidawîanîna binpêkirinên derheqê Sûriyên ku rastî bombebarankirin, êrîşên kîmyawî, birçîbûn, girtina neqanûnî û xeternakiyên din dibin," Lema Fakih ji Rêxistina Mafên Mirov di daxuyaniyeke hevbeş de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500