Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya Erebî-Kurdî li Dêrazorê pêş dikeve

Hevbendiya opozisyonê ya Erebî-Kurdî zêdetirî deh gund li rojhilatê Sûriyê roja Sêşemê (21ê Sibatê) di dema pêşketinekê de bo dorpêçkirina asêgeha "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Reqa de kontrol kirin, li gorî AFP.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrîşeke mezin li parêzgeha Dêrazorê weke beşek ji pêşketina wan a ber bi Reqa ve pêk anîn, fermandarê meydanî Dijwar Xebat got.

"Armanca me qutkirina rêya Reqa ye û dorpêçkirina DAIŞ e," wî ji Mekmena, ku li ser rêyeke sereke dikve bi dûrahiya100 kelometran ji rojhilatê bajarê Reqa, got. "Me 15 gund rizgar kirine."

Xebat got ku DAIŞ xwekuj dişandin lê belê nekarî ku êrîşê hêdî bike, ya ku bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeyamniyê ye.

Hêzên QSD roja Sêşemê baregeha xwe li ser girekî li bajarokê Mekmena danî, û li derdora wê xendeqan dikolan daku rê nedin xwekujan anjî otombîlên bombekirî bigihêjin wan.

"Em derbasî gundên peşîn ên parêzgeha Dêrazorê bûn," Ebû Xewla, yê ku serokatiya Encumena Serbazî ya Dêrazor dike got, ew encumen ji 1,700 serbazî pêk tê û pêkhateke Erebî ji QSD ye.

"Derbasbûna me bo Dêrazorê surprîzeke mezin bû (ji DAIŞ re), û dê surprîzne din jî hebin," wî got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku pêşketina roja Sêşemê "mezintirîn pêngava" QSD bû li Dêrazorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500