Nûçeyên Iraqê

Şer di navbera tundrewan de parêzgeha Idliba Sûriyê tevîlihev dike

Cund el-Eqsa 41 çekdarên Enya Nusra û hêzên alîgirên wê di hefteya borî de îdam kirin dema ku şer di navbera herdu girûpên tundrew de li parêzgeha Idlibê li Sûriyê derket, AFP roja Înê (17ê Sibatê) ragihand.

Cund el-Eqsa çekdaran girtin û roja Duşemê agir bi guleyan li bajarokê Xan Şêxûn kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Kuştinên şerên giran ên roja Înê di navbera hêzan de hatin piştraskirin, rewangehê got.

Hefteya borî, Cund el-Eqsa niha ligel Enya Nusra kete pevçûnan de , Eniya Nusra niha navê xwe bo Fetih el-Şam guhertiye, ji dema ku nerehetî di navebera wan de li ser hejmûnê çêbûne.

Enya Nusra milbimilê çend girûpên alîgirên wê yên ku beşek in ji hevbendiya Tehrîr el-Şam şer dike, û pevçûn li Parêzgeha Hema ya nêzîk jî derketin.

Rewangehê got ku 125 çekdar ji herdu aliyan di pevçûn an de hatine kuştin, ku 41 ji wan bi destê Cund el-Eqsa hatin sêdaredan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500