Nûçeyên Iraqê

Sîpeyekê Sûrî li Elmanya li dor pêkanîna teqînekê tê dadgehkirin

Penaberê Sûrî yê16- salî li Elmanya roja Duşem (20ê Sibatê) li ser tohmeta plankirina pêkanîna teqînekê di şûna "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) de tê dadgehkirin, AFP ragihand.

Sîpe li holeke penaberiyê li rojavayê bajarê Kolnê di îlonê de hate girtin, ew ji aliyê berpirsan ve wekî "metirsîiyeke mezin" hate binavkirin .

Hevdem polîsan got mubayla gumanbar daye nîşandan ku ew bi DAIŞ re li derveyî welat têkildar bû û wî arezûya xwe ya bicîkirina êrîşekê derbirîbû.

Vekoleran mesajên çatê yê înternêt li ser telefonê ku tê de " zaniyariyên girîng" ji bo çêkirina teqemeniyan dîtin, dozger got.

Efserên ku li xaniyê wî geran keresteyên ku dibe ji bo amadekirina bombeyan hatibin bikaranîn hatine dîtin, ajansa nûçeyan ya niştîmanî DPA ragihand, ku xwe sipartina deqa tohmetê.

Doza li dadgeha herêmî li Kolnê, tê palnkirin heta 20ê Adarê dewam bike, ku dê li pişt deriyên girtî were kirin ji ber ku gumanlêkirî sîpe ye.

Eger hate sizakirin, dê herî kêm bi pênc sal girtin bê cezakirin li gorî yasaya tawanên kesên li jêr temenê 18 salî.

Wî bala polîsan kişand, piştî niştecih û karmendên hola penaberan li cihê ku ew lê dimîne tirsa ku ew tundrew be di mizgefteke navxweyî de kar dikir nîşandan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500