Nûçeyên Iraqê

Şerê dijî gendeliyê dê alîkariya şikandina DAIŞ bike: raport

Gerek hikûmet hewlên xwe bo berengarbûna gendeliyê zêde bikin eger dixwazin tundrewên, weke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) jinav bibin, Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî roja Sêşemê (21ê Sibatê) ragihand.

Di nav raporta 44-rûpelî de, "The Big Spin", çavdêrgehê got ku kiryarên gendel di welatên wek Iraq, Lîbya û Nêcîrya de erdeke berhemdar ji tundrewan re çêdikin, AFP ragihand.

"Gendelî di nav cebilxaneya tundrewbûna tundûtûj de bihêztirîn çek e," raportê got.

Raportê got jî ku grûpên tundrew qehra xelkê li ser xirabiya bikaranîna desthilatê istixlal dikin bo radîkalkirin û çekdarkirinê. Ew herwiha berpirsên gendel û pêwendiyên wan bi tawana organîzekirî re bo asankirina şandiyên fînansî an jî çekî bikar tîne.

Gendelî saziyên dewletê yên ku gerek li ser çavdêrîkirina hêzên tundrew kar bikin bêwate dike, raportê got.

Êrîşên asmanî dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyê û êrîşên bi vê mînakê dijî tundrewan "mixabin ne bes in" bo avakirina aramiyeke demdirêj, ku bi hewceyî hikûmeteke berpirsyar e, raportê got.

"Tevgerên radîkal weke DAIŞ geş dibin dema ku baweriya gel bi desthilatdaran namîne -- dema ku berpirs ji belengaziya gelekan feyde dike, dema ku polîs îstixlalê dike li şûna parastinê, û dema ku derfetên aborî ji bo wan kesên kêm ên ku pêwendiyên wan hene tên bikaranîn," raportê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500