Nûçeyên Iraqê

Teqîna mezin a otombîlekê li Bexdayê herî kêm 45 kesan dikuje: berpirs

Teqîneke gelekî mezin a otombîleke bombekirî li bazareke otombîlên bikarhatî li başûrê Bexdayê roja Pêncşemê (16ê Sibatê) çêbû û herî kêm 45 kes kuştin di êrîşa herî kujer di vê salê de, AFP ragihand.

Ajansa Amaq a propagendeyê ya girêdayî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), ku nêzîkî hemû êrîşên bi vî awayî li stûyê xwe girtine, teqîn rapor kir.

Dîmenên vîdyoyî yên mobaylan ku li ser torên civakî hatine belavkirin termên kizirî û wêranbûna mezin li taxê el-Beyaa ku teqîn lê derdora saet 4:15 êvarî êrîş pêk hat nîşan didin.

"Êrîşeke terorîstî bi otombîleke bombekirî nêzîkî cihekî kirîn û firotina otombîlan li taxa el-Beyaa teqiya û di encamê de 45 kes hatin kuştin," berdevekekî Fermandariya Operasyonên Bexdayê di daxuyaniyekê de got.

Berpirsekî wezareta hundir eynî wê hejmarê da û got ku herî kêm 60 kes jî birîndar bûne.

Wî got ku xizmetên awarte tişta ji wan dikirin ji bo mamelekirin ligel mezinbûna êrîşê û hişyarî da ku eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Teqîn li eynî taxa el-Beyaa ya li başûrê Bexdayê pêk hat ku teqîneke otombîlekê lê çêbû ku herî kêm şeş kes kuştin roja Sêşemê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500