Nûçeyên Iraqê

Serokê alîkariyan: Qeyrana Sûriyê hê jî 'metirsîdar e'

Serokê Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî (IRC) û wezîrê derve yê berê ê Birîtany David Miliband roja Pêncşemê (16tê Sibatê) gotin ku qeyrane mirovî di şerê wêranker de li Sûriyê tevî agirbesta lawaz hê jî, "metirsîdar e", AFP ragihand.

"Rastiya ku şer ber bi astake kêm de diçe, baldariya medyaya gelerî gelekî kêm kiriye li dor mayina qeyraneke metirsîdar di hundirê Sûriyê de" Miliband di gotinekê li Kombenda Geştiyarî ya Cîhanî.

Wî got "heft melyon kes ji malên xwe awarebûne û berdewambûna asta-nizim a şer ya ku terora gel û qeyrana mirovî li dervî welêt dike".

Miliband, yê ku ku ji sala 2013 ve IRC birêv dibe , got yek ji pêşîneyên wî ew e "ku bihêle ku rewş bibe waneya dîrokê ya ku dibêje ku dema ku cîhan van qeyranên mirovî jibîr dike, ew dibin qeyranên siyasî careke din".

"Ew ne bi tenê awarteyeke mirovî ye, ew dibine awarteyeke siyasî," wî got.

"Û tiştek heye ku pirsgirêkên metirsîdar çêkirine ne bitenê li seranserê Rojhilata Navîn lê seranserê Ewropa ku di dirêjahiya qeyrana Sûriyê de. Ev tiştekî ku bi rastî em nikarin tehemul bikin."

Ligel milmilaniyên ku li herêman didomin di nav de Yemen û Başûrê Sudanê, Miliband got ku sîstema alîkariya cîhanê ne bi tenê raserî Qeyrana Sûrîyê dibû lê belê awarteyên din yên ku zêdetirî karîna sîstema mirovî ne.

tengasîyên Mirovî bi xwezayê cuda ne, wî nîşan da, ji ber ku penaber li bajaran bêtir ji kampan dijîn û demeke dirêj li welatên mêvandarê xwe dimînin.

"Penaberan pir kêm di kampan de dimînin di van rojan de," wî got.

"Penaber bo heymên pir dirêjtir li derveyî welatên xwe ne, ji bir wiha divê hun di perwerdeyê, derfetên kar biramin, ne bi tenê parastina jiyanê dema ku polîtîka karûbarên penabean tê dariştin",Miliband got.

"Herweha divê ew alîkariyan bi awayên cudatir bikin. Divê em pêşîneyê bidin derfetên kar û perwerdeyê û herweha polîtîka civakî. Divê em pêdiviyên penaberên bajarvanî çareser bikim" ne bi tenê polîtîkayên têkildarê bi kampan re, wî got.

" Pêwistiya me bi çaksazîkirina sîstemê û herweha firehkirina wê heye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500