Êrîşeke mûşekî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Pêncşemê (16ê Sibatê) dibistaneke li aliyê rojhilatê Mûsilê armanc girt û du xwendekarên keç kuştin, polîsên Iraqî li parêzgeha Nînewa ji Diyaruna re gotin.
"Sê mûşek haitn avêtin li ser Dibistana el-Xensa li taxa el-Cezayir di navenda rojhilatê Mûsilê de, û du xwendekar hatin kuştin û şeşên din birîndar bûn, û mamosteyek jî bi giranî birîndar bû," Muqedem Ehmed Hemîd el-Obeydî ji polîsên Mûsilê got.
"DAIŞ bi berdewamî dibistanan topbaran dike daku nehêle jiyan dîsan li bajar normal bibe," wî ji Diyaruna re got.
Ev êrîşa duyem e bi vî awayî ku li ser dibistanekê di yek hefteyê de pêk tê.
"Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî çavdêriya avêjerên mûşekan li berava din a Dîcle ku aniha DAIŞ li wir bicih bûye dikin, û hejmarek ji van avêjeran wêran kirine," wî anî ziman.