Nûçeyên Iraqê

Opozisyona Sûrî ji bo danûstandinan berê xwe dide Astana

Kesayetiyên opozisyona Sûrî roja Çarşemê (15ê Sibatê) ber bi paytexta Kazaxî ve diçûn bo danûstandinên nû bo bihêzkirina agirbesta qels a şeş-hefteyî ku biryar e roja Pêncşemê destpê bike, li gorî AFP.

"Em aniha weke şandeya opozisyonê ya fermî diçin Astana," berdevk Yehya el-Erîdî ji AFP re got, û em dê bi nûnerên ji Rûsya, Tirkiye, û NY bicivin, wî got.

Tîm dîsa dê bi serokatiya Mihemed Elûş be, ku kesayatiyeke berpirs a Ceyş el-Îslam e, lê belê dê ji ya gera pêştir "biçûktir" be.

Rêkeftina li ser agirbestekê ku di Kanûna Yekem de hat pêkanîn dê bibe esasê danûstandinên Astana.

Şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura got ku ew bi xwe di civîna Pêncşemê de beşdar nabe lê belê "tîmeke teknîkî" dê nûneratiya ofîsa wî bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500