Hêzên Iraqî, bi piştgiriya êl û hevpeymaniya navdewletî, tundrew ji el-Sekra li parêzgeha Enbarê derxistin û ew gundê stratejîk ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) standin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (15ê Sibatê) got.
Hêzên Iraqî "bi temamî el-Sekra û gundên dewra wê yên li ser Çemê Firatê, li rojavayê Enbarê, vegerandin," fermandarê operasyonên Enbarê Lîwa Mehmûd el-Felahî ji Diyaruna re got.
"DAIŞ bêtirî 50 terorîstan jidest dan û di êrîşê de dest li ser gelek ji wesayit, gelek çek û tiştên wan hat danîn," wî got.