Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê çekên kîmawî li Helebê bikar anîne: çavdêrgeh

Hêzên rejîma Sûriyê herî kêm heşt êrîşên kîmawî di hefteyên dawî de di şerê Helebê de pêk anîne, neh kes kuştin, di nav wan de çar zarok, û bi sedên kesên din birîndar kirin, Rêxistina Mafên Mirov (Human Rights Watch) roja Duşemê (13ê Sibatê) got.

Grûpa mafan got ku wê hevdîtin bi dîdevanan re kirine, wêne û dîmenên vîdyo kom kirine ku têde diyar dibe ku bombeyên klorînê ji helîkopterên rejîmê di dema êrîşê ji 17ê Mijdarê heta 13ê Kanûna Yekem de hatine avêtin, AFP ragihand.

Dora 200 kesan bi gazên jahrî yên ku li navçeyên bin destê opozisyonê hatibûn bikaranîn birîndar bûn, li gorî HRW.

Raporê êrîşên li ser lîstikgehekê, klînîk, kolan û malên niştecihbûnê dan nîşandan ku çendîn xelk rastî tengbûna nefesê, verşîn û jihişçûnê hatibûn.

Êrîşên, ku dibe sê helîkopterên ku bihevre bûn pêk anîn, li cihên ku hêzên rejîmê xwe ji pêşketinê re amade dikirin pêk hatin, HRW got.

"Nimûneya êrîşên bi klorînê nîşan dide ku ligel stratejiyeke leşkerî ya giştî ji bo bidestxistina Helebê hatine organîzekirin, neku karê çend endamên serserî ne," Ole Solvang, cîgirê rêveberê rewşên awarte di HRW de got.

HRW got ku wê dikarîbû heşt êrîşên bi bombeyên klorînê piştrast bike, anî ziman ku hejmara rastî ya êrîşên kîmawî gengaz e ku mezintir bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500