Nûçeyên Iraqê

Hevdîtinên aştiyê yên Sûriyê yên paşxistî hefteya bê dîsa destpê dikin: NY

Hevdîtinên aştiyê yên paşxistî bi serperiştiya NY bi armanca bidawîkirina şer li Sûriyê roja Înê 23ê Sibatê li Cenêvê destpê dikin, piştî çend rojan ji dema plankirî ya berê, AFP roja Duşemê (13ê Sibatê) ragihand.

Ev daxuyaniya ji ofîsa şanderê NY rojekê piştî wê yekê hat ku opozîsyona Sûriyê şandeya xwe ya 21-endamî ji bo gera nû ya hevdîtinan ragihand, ku biryar bû di 20ê Sibatê de hatiba destpêkirin.

Şanderê NY Staffan de Mistura berê paşxistina hevdîtina plankirî ji 8ê Sibatê bo 20ê Sibatê ragihandibû, daku demeke bêtir bide opozîsyonê ji bo xwe hazir bike.

Şandeyên ku nûnertiya rejîma Sûriyê û opozîsyonê dikin biryar e dora 20ê Sibatê bigihin Cenêvê ji bo "şêwiriyên pêşwext" bi şanderê NY re bikin, û biryar e danûstandin di 23ê Sibatê de bên lidarxistin.

Berî hevdîtinên Cenêvê, Kazaxistanê opozisyon û rejîma Sûriyê vê hefteyê vexwendin Astanaya paytext. civîna li Esîtana meha borî bê yekalîkirin bidawî bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500