Hêzên Iraqî di demeke nêzîk de dê dest bi operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bikin, Wezîrê Berevaniya Iraqê yê nû roja Sêşemê (14ê Sibatê) ji Diyaruna re got.
"Plana ku hatiye danîn dê serkeftineke bilez bi windahiyên kêm misoger bike, di dema parastina ewlehiya xelkê sivîl de," Irfan el-Heyalî got.
"Piraniya bajarên Nînewa di destê hêzên Iraqî de ne, û DAIŞ di lawazbûneke mezin de ye," wî got, û behsa rola mezin a hevpeymaniya navdewletî di piştgiriya operasyonên rizgarkirina Mûsilê de kir.
El-Heyalî got ku "2017 dê bibe sala jinavbirina DAIŞ û bidawîanîna kontrola wê ji bajarên [Iraqê] re bi yekcarî û hetahetayî."