Nûçeyên Iraqê

Şerê navbera tundrewan nêzî 70 kesan li bakurê Sûriyê dikuje

Nêzî 70 kesan ji du grûpên tundrew ên hevalbend di dema şerê di navbera hevduyan de di 24 saetên borî de li bakurê Sûriyê hatin kuştin, AFP roja Sêşemê (14ê Sibatê) ragihand.

Pevçûnên navbera Eniya el-Nusra, ku aniha bi navê Fetih Şam tê naskirin, û faksyona Cund el-Eqsa ya tundrew sibeha roja Duşemê derketin piştî aloziyên li ser desthilata wan li parêzgeha Idlib a li bakurê rojavayê welat.

Pevçûn derketin piştî ku Cund el-Eqsa êrîşeke xwekujî dijî molgehên sereke yên Eniya el-Nusra li Idlibê pêk anî û neh kes kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Aniha hejmara kuştiyan ji her du aliyan gihişte 69 kesan di pevçûnên giran de ligel îdamkirinan, û şer ber bi parêzgeha Hema ya nêzîk ve diçe.

"Şer di navbera lîderên grûpan de heye, ev şerek bo desthilatê ye," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500