Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çeperên DAIŞ li rojavayê Mûsilê dikin armanc

Hevpeymaniya navdewletî çend êrîşên asmanî li ser çeperên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li rojavayê Mûsilê pêk anîn û herî kêm 30 terorîst hatin kuştin, fermandarekî serbazî yê Iraqî roja Duşemê (13ê Sibatê) got.

"Herî kêm 30 terorîst hatin kuştin û hineke din birîndarbûn di êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de yên bi hevahengiya ligel hêzên Iraqî li ser avahî û kargihên ku DAIŞ li rojavayê Mûsilê bikar tanîn kirin," berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Xwekuj û şervanên biyanî di nav kuştiyan de hebûn," wî got, anî ziman jî ku çek û wesayît jî di êrîşan de hatin rûxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500