Nûçeyên Iraqê

Tundrewê Fransî Qasim di êrîşekê de li Mûsilê hat armanckirin

Tundrewê Fransî Raşid Qasim, ku gumanlêkiriyê pêkanîa çend êrîşan e li Fransa, di êrîşeke hevpeymaniyê de li nêzî Mûsilê hat armanckirin, lê belê mirina wî nehate piştraskirin, Pentagon roja Înê (10ê Sibatê) got.

Di saetên destpêkê yên îroj de, çend raportên medyaya Fransî mirina Qasim ragihandin, li gorî AFP.

"Em dikarin piştrast bikin ku hêzên hevpeymaniyê Raşid Qasim, çalakvanekî berpirs ê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), li nêzî Mûsilê di êrîşekê de di 72 saetên borîn de hat armancgirtin," peyvdarê Pentagon raid Adrian J.T. Rankine-Galloway got.

"Aniha em encama êrîşê dinirxînin û em dê agahiyên zêdetir parve bikin her dema ew berdest bibin," wî got.

Li Parîsê, berpirsekî bilind ê ku beşdarî operasyonên dijî-terorê bûbû ji AFP re bi merca ku nasnama wî neyê eşkerekirin got ku tu "piştrastbûna tem" ji mirina wî tune ye, lê belê egera wê yekê gelek e.

Tê bawerkirin ku Qasim, yê 30 salî, par êrîşek pêk anî ku tê de efserekî bilind ê Fransî û hevparê wî bi kêran hatin kuştin û êrîşeke din ku keşeyek tê de hat serjêkirin encam da.

Ew bi bikarnîna bernameya Telegram bo birêvebirina êrîşên li ser Fransa ji deverên li jêr kontrola DAIŞ li Iraq û Sûriyê gunehbar e.

Qasimê bi esil ji Roanne li Newala Loire ye, bi birêvebirina êrîşên Fransa ji xaka Sûriyê gunehbar e û herwiha belavkirina çend bangên bo qetilkirinê gunehbar e.

Bi cilên serbazî û şaşik li ser serê wî, Qasimê rih reş di Tîrmeha sala par di vidyoyeke propagandayî ya DAIŞ de xuya dibe ku wî tê de pesnê êrîşkarê komkujiya Nîs ya trakê ku 86 kes tê de di 14ê Tîrmehê de di cejina Bastille hatin kuştin dida.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500