Nûçeyên Iraqê

Lîderekî DAIŞ di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de li Mûsilê hat kuştin

Lîderekî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî de roja Çarşemê (8ê Sibatê) li Mûsilê hat kuştin, encumena asayişa herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got.

"Lîderê bilind ê DAIŞ Serhan Kurdî, ku weke Ebû Elî el-Kurdî jî tê naskirin, di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî de li Mûsilê hat kuştin," encumenê got.

"El-Kurdî berpirsê fermî yê 'şerîetê' yê DAIŞ li Telkêf, li bakurê Mûsilê, bû. Ew li rojavayê Mûsilê dima, û paşnîvroya roja Çarşemê hat kuştin dema ku ew û çar alîkarên wî ji aliyê balafireke şer a hevpeymaniyê ve li taxa Zencilî li Mûsilê hatin armancgirtin," wê got.

Ew yek ji endamên Kurd ên kêm in ku di nava rêzên DAIŞ de mabûn piştî ku piraniya wan di rûbirûbûnan de hatin kuştin, an ji aliyê hêzên Kurdî ve li Iraqê yanjî li aliyê din ji sînorê ligel Sûriyê, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500