Nûçeyên Iraqê

Lîderê Qaida yê bi ezmûn di nava 11 kuştiyên li Sûriyê de ye

Yazdeh çalakvanên Qaida, di nav de lîderkî bi ezmûn û pêkhênerê êrîşên xwekuj, di gurzekê de li Sûriyê hatin kuştin, AFP roja Çarşemê (8ê Sibatê) ragihand.

Ebû Hanî Mesrî, kesatiya Qaida ya bi ezmûn, yek ji kuştiyan bû di êrîşên asmanî yênbi dîqet ku li nêzî Idlibê di herdu rojên 3ê û 4ê Sibatê de pêk hatin, Pentagon got.

Mesrî berpirsekî kevin ê Qaida bû, û wî çavdêriya rahênanên girûpê li Efganistanê di salên 1980an û 1990an de dikir û wî ligel damezrênerê Qaida Usama bin Ladin û lîderê Qaida yê niha Eymen Zewahirî kar dikir.

Li wir "wî bi hezarên terorîstên ku li deverê û pişt re li cîhanê belav bûn tejnîd kirin, ew ferî îdolojiya xwe kirinfêr kir û ew rahênan jî kirin", Pentagon di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500