Nûçeyên Iraqê

Asêgeha DAIŞ li Sûriyê di demeke nêzîk de dê were îzolekirin: hevpeymanî

Berdevkek ji hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike roja Çarşemê (8ê Sibatê) got ku Raqaya asêgeha grûpê li Sûriyê dê di demeke nêzîk de were îzolekirin, AFP ragihand.

"Tişta ku em pêşbînî dikin ew e ku di nava çend hefteyên bê de bajar dê hema bi tevahî were îzolekirin,", Kolonêl John Dorrian got.

Şerekî dijwar di roja Çarşemê de tenê 20 kîlometran dûrî Reqa qewimî di demekê de ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk, ku hevpeymaniyeke opozisyonê ya Erebî-Kurdî ye, êrîşî çeperên DAIŞ li gundê cîran Meyzila kirin.

Gund herwiha rastî êrîşên berdewam bi kêmanî sê caran ji aliyê balafirên hevpeymaniyê ve hat, û dumaneke giran ji wir dihate dîtin.

"Li wir şerekî giran ji sibehê ve diqewime. Gelek çekdarên DAIŞ di nav Meyzila de xwe asê kirine," fermandarê herêmî yê HSD Ararat Koçer got.

Dozdeh gund di vê qonaxa dawî ya êrîşan de, ku di 6ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, ketin destê HSD.

"Pêşketin hêdî ye ji ber ku DAIŞ xweragiriyeke tund dike û mayîn li dora gelek gundan danîne," serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500