Hêzên Iraqî bicihbûna li derdora aliyê rastê ji Mûsilê temam kirin weke amadekariyekê ji operasyona vegerandina rojavayê bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Çarşemê (8ê Sibatê) got.
"Hêzên Iraqî roja Çarşemê cihên xwe yên nû girtin piştî ku xetên pêş ên DAIŞ hatin wêrankirin bi rêya êrîşên asmanî yên amadeyî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve di çend rojên borî de," berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Niha, em kar li ser peydakirina parastinê ji sivîlan re dikin, di nav de çêkirina rêyên ewle," wî got.
Bi dehên çekdarên DAIŞ di herdu rojên borî de ji encama bombebarankirina asmanî û ya bi rokêtan hatin kuştin, Resûl got.