Nûçeyên Iraqê

Elmanya gumanlêkiriyê bi resen Sûrî bi tohmeta tecawiza seksî girt

Polîsê Elmanî roja Sêşemê (7ê Sibatê) zilamekî Sûrî ku guman heye ku ew bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) têkildar be girt û herwiha tecawiza seksî li jinekê dema ku wê hewla revê ji herêma DAIŞ li Sûriyê li gel zarokên xwe dida, AFP ragihand.

Gumanbarê 31 salî li bakurê-rojhilatî wîlayeta Mecklenburg- Pomeria rojavayî hate girtin, nivîsgeha dozgeriya federal di daxuyaniyekê de got.

Dozgern îdia dikin ku wî kesî serperiştiya xaleke kontrolê li Sûriyê dikir, ya ku rê li ber reva welatiyan ji herêmên di bin kontrola DAIŞ de digirt.

Di destpêka sala 2016 de, wî jineke ku hewla revê li gel zarokên xwe dikir rawestand, wan got.

"Bi bahaneya bidestxistina 'moleta derketinê', ya pêwîst , gumanbar ew kişand mala xwe û tecawiza seksî di derheqê wê de kir," dozgeran di daxuyaniyê de got.

Dibe ku tecawiza seksî weke sûcekî şer were dîtin, wan diyar kir.

Dozgerên fedral ên Elman dora deh lêpirsîn li ser kirina tawanên şer li Sûriyê û Iraqê vekirin, ligel bi dehan dozên li dor gumana endamtiya di rêzên komên tundrew de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500