Nûçeyên Iraqê

Pintagon: DAIŞ çekên kebrîtî li zanîngeha Mûsilê çêkirin

Têstan piştrast kir ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) çekên kîmyawî yên seretayî li Zanîngeha Mûsilê, çêkirine, Pentagon roja Sêşemê (7ê Sibatê) got.

Hevpeymaniyê piştgiriya hêzên Iraqî di nîvê- Kanûna duyem de di kontrolkirina kampusa zanîngehê de , ya ku DAIŞ ew weke navend ji bo desthilatdariya xwe, ya ku du sal û nîvan li bajêr dirêj kiribû, bikar anîbû, AFP ragihand.

Di nav gelek avahiyên bombekirî, hêzên Iraqê keresteyên kîmyawî di nava zanîngehê de dîtin, ku bi giranî di vî şerî de zirar dîtibûn.

Niha Iraqî têstan li ser çekên kîmyawî dikin û wan xerdela kibrîtê ya êrênî piştrast kir, Berdevkê Pentagon Kaptinê deryayî Jeff Davis got.

Zanîngeha Mûsilê "navenda bernameya çekên kîmyawî ya DAIŞ bû", Davis got.

"Wan nimûneyên erênî standin, ku bi rastî çi li wir qewimî bû," wî got, û da zanîn ku haya wî jê tune ye ka kes bi çekên kîmyawî hatine kuştin an nehatine kuştin.

"Di serî de wan ew weke acizkirinê û tiştekî ji bo tirsandina xelkê bikar tanîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500