Nûçeyên Iraqê

NY: Kanûna Duyem xirabtirîn meh bû ji gihandina alîkariyan re bo Sûriyê

NY roja Sêşemê (7ê Sibatê) got ku wê meha borî bi tenê alîkarî gihandin 40,000 Sûriyan tevî ku daxwaz kiribû ku alîkarî bigihe bêtirî 900,000 kesan, ev yek jî Kanûna Duyem dike xirabtirîn meh di heyama salekê de ji gihandina alîkariyên mirovî re, AFP ragihand.

Tenê yek ji 21 karwanên mirovî ku ji aliyê NY, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî ve hatibûn pêşniyarkirin hat qebûlkirin, Yara Şerîf, berdevka şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura, got.

"Kanûna Duyem weke xirabtirîn meh ji Adara 2016an ve hat destnîşankirin" dema ku yekîneya mirovî ya bi piştgiriya NY bo Sûriyê dest bi kar kir, Şerîf got, anî ziman jî ku meha borî de Mistura "hişyariya serneketina gihiştina alîkariyên mirovî da".

Rejîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê gelek caran rê li karwanan girtin ku derbasî deverên bin kontrola wan bibin.

NY hewl dide ku bigihe 4.72 milyon Sûriyên li deverên ku gihiştin bo wan zehmet e, di nav de 600,000 ku ji aliyê rejîmê, girûpên çekdar ên opozîsyonê anjî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve hatine dorpêçkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500