Nûçeyên Iraqê

Tirkiye 450 gumanbarên DAIŞê di operasyoneke berfireh de digre

Polîsên Tirkiyê roja Yekşemê (5ê Sibatê) nêzîkî 450 endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di sergirtineke berfireh de girtin piştî meheke bi tenê ji êrîşa li ser klûbeke şevê li Stenbolê ku grûpê li stûyê xwe girtibû, AFP ragihand.

Hêzên ewlekariyê 448 gumanbar girtin, ajansa nûçeyan a Anadolu ya dewletê got, di mezintirîn operasyona polîsên Tirkiyê li dijî DAIŞê ji dema êrîşa sersalê li ser klûba şevê ya Reina ku têde 39 kes hatin kuştin .

Di nav wan kesên ku hatine girtin de kesên biyanî û gumanbarên ku plana êrîşan li Tirkiyê dikirin hebûn, ajansên nûçeyan ên Dogan û Anadolu ragihandin.

Di dema operasyonê de, 150 gumanbar, ku hemû Sûrî bûn, ku di sergirtinekê de bi ser hotêl û malên taybet li Urfayê li başûrê rojhilat hatin girtin, Dogan got.

47 kesên din li bajêrê Entab ê derdorê li nêzîkî sînorê Sûriyê ku bi hebûna tundrewan tê naskirin hevdem 38 kes li Hatay ku ew jî li ser sînorê Sûriyê ye hatin girtin.

Şêst gumanbar, ku piraniya wan biyanî bûn, li çar navçeyên Enqera paytext hatin girtin.

Bi dehên kesan li bajarên weke Bursa li rojava heta bi Antalya li ser Deryaya Spî û Bîngol li rojhilat hatin girtin.

Li bajarê Izmîrê yê ser deryaya Îceyê ku piraniya caran aram e, neh kesên gumanbar bi çûn û hatina ji Sûriyê û plankirina êrîşan li bajêr hatin girtin, Anadolu got.

Yek ji gumanbarên ku li Îzmîrê hatiye girtin -- ku Sûrî ye û tenê weke E.A. hatiye binavkirin -- tê gotin ku têkiliyên wî bi qaçaxçiyan re hene bi hewla alîkariya reva endamên DAIŞ bo Ewropa.

Hijdeh kes li Stenbolê û li parêzgeha cîran ya Kocaeli li ser gumana plankirina êrîşan hatin girtin. 14 biyaniyên din ji ber wê, di nav de10 zarok, dê werin derkirin.

Di vê navberê de li Eskîşehir li rojhilatê Stenbolê, neh kes hatin girtin bi gumana endametiya di Nusra de, ku niha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, û alîgira Qaîde ya berê li Sûriyê bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500