Nûçeyên Iraqê

DAIŞ li asêgeha dawî li parêzgeha Helebê 'dorpêçkirî' ye

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di asêgeha xwe ya sereke ya dawî de li parêzgeha Heleba Sûriyê "bi temamî hatiye dorpêçkirin", AFP roja Duşemê (6ê Sibatê) ragihand, di demekê de ku hêzên alîgirên rejîmê li çend eniyan guvaşê li grûpê dikin.

Çekdarên DAIŞ li Bab asê mane piştî ku hêzên alîgirên hikûmeta Sûrî rêya bo bajarê li bakur qut kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Bab niha bi tevahî ji aliyê rejîmê ji başûr ve, û hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê ji rojhilat, bakur û rojava ve dorpêçkirî ye," Rewangehê got.

Ev yek piştî wê yekê hat ku "hêzên rêjîmê û milîsên alîgirên wê take rêya sereke di navbera Bab û Reqa de ku ji aliyê cîhadiyan ve dihat bikaranîn girtin", serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Hêzên Sûriyê herwiha ligel DAIŞê ketin şer li navenda parêzgeha Humsê di dawiya hefteyê de, Rewangehê got.

Hate ragihandin ku hêzan zeviya petrolê ya Heyan li rojavayê bajarê Tedmur ê biyabanî girt.

Wan herwiha li dijî DAIŞê li dora balafirgeha leşkerî ya Sîn li bakurê rojhilatê Şamê şer kirin, rewangehê got.

Roja Şemiyê, şervanên Kurd û Ereb qonaxeke nû di kampanyaya xwe ya ji bo rizgarkirina Raqa ragihand, lê diyar kirin ku pêwîstiya wan bi çekên zêdetir heye ji bo serkeftinê.

Hêzên Sûriya Demokratîk êrîşa xwe ya ji bo Raqa di Mijdarê de dan destpêkirin û hinek zevî li Geliyê Firatê bidest xistine, lê hîn jî hinekî dûr in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500