Nûçeyên Iraqê

Polîsên Enbarê xelatan bo raportên dijî çekdarên DAIŞ pêşkêş dikin

Polîsên Enbarê du hêlên germ danîne û xelatan pêşkêşî her kesê ku raportan dijî çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgehê pêşkêş dikin, rêveberê polîsan Lîwa Hadî Kesar Erzayic roja Înê (3ê Sibatê) got.

Xelat têne pêşkêşkirin bo sivîlên ku dijî çekdarên DAIŞ yên ku di nav sivîlên ku vedigerin deverên rizgarkirî de xwe vedişêrin raportan didin, Erzayic ji Diyaruna re got.

"Du hêlên germ -- 140 û 130 -- ji bo raporkirinê dijî çekdarên DAIŞ hatine danîn, û polîs garantî dide ku nasnameya kesê ku raportê dide nehênî bimîne û dê xelatên bifayde pêşkêş bike," wî got.

"Em bawer dikin ku bi rêya hevahengiya sivîlan, em dê jiyaneke [baştir] li bajarên xwe çê bikin û bihêlin ku zarokên me bikaribin herin kolanan" bê tirsa ku zerer bigihe wan, wî anî ziman jî.

Hevahengiya sivîlan di şeş rojên borîn de alîkarî kir ku em bikaribin neh çekdarên DAIŞ yên xwestî ligel 18 tawanbaran bigirin, Erzayic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500