Nûçeyên Iraqê

Dibe ku zêdetirî 250,000 Iraqiyan ji Mûsilê birevin her ku şer ber bi rojava ve diçe: NY

Dibe ku çareyek milyon Iraqî ji malên xwe birevin ji ber ku bajarê Mûsilê xwe ji tundbûna şer re hazir dike li beşê rojavayî ku pir xelk lê dijîn, NY roja Înê (3ê Sibatê) hişyarî da.

Berdevkê UNHCR Matthew Saltmarsh got ku ajans û rêxistinên din bi lezgînî xwe amade dikin ji bo bersivdana "karwaneke mumkin a nû ya mezin a Iraqiyên aware ku ji ber qunaxa dawî ya operasyona serbazî ya li rojavayê Mûsilê direvin," AFP ragihand.

"Hejmareke berbiçav li rojavayê Mûsilê asê mane û em bê guman li ser ewlehiya wan gelekî bi tirs in," wî got, diyar kir ku li gorî texmînan 750,000 sivîl li wir dijîn.

Saltmarsh got piraniya wan kesan berê ji Mûsilê aware bûne, 83%, li kampan û cihên awarte dijîn.

Niha UNHCR heft kamp bidawî kirine û du jî tên avakirin, û di vê kêlîkê de dikarin cih ji bo dora 66,000 kesan dabîn bikin.

Saltmarsh got ku armanca ajansê zêdekirina cihên vehewandinê di demeke nêzîk de ye, lê li benda zeviyekî ye ku were terxankirin.

Di dawiya Adarê de, UNHCR hêvî dike ku bikaribe 246,930 kesan di kamp û cihên awarte de bicih bike, wî got.

Hevdem, artêşa Iraqî, polîs û hêzên Dije-Terorê dest bi girtina cihên nû li şeş eniyên dora rojavayê Mûsilê di amadekariyên ji bo şer de kirine, fermandarê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Herwiha hevpeymaniya navdewleî alîkariya asmanî ya berfireh ji bo hêzên me pêşkêş dike," wî got, û destnîşan kir ku topbaranana roja Înê ya çeperên DAIŞ di eniyên pêşî de windahiyên giran gihandiye komê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500