Dadgeha Tawanan a navendî li Bexdayê roja Sêşemê (31ê Kanûna Duyem) hukmê sêdaredanê li ser kesekî bi nasname Sûrî hate birîn piştî ku bi veguhestina pare ji Ewrupa, Efrîqa, û welatên Erebî bo "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hate sûcdarkirin.
"Dadgehê gudarî li giliyekî li dijî kesekî bi nasnameSûrî kir, ew kes jî di operasyonekê de li nêzî sînorê Iraqî-Sûrî hatibû girtin," berdevkê Encumena Bilind a Dadgehî Ebdil Setar Beyar Qadir di daxuyaniyekê de got.
"Hemû delîl bes bûn ku kesê dozlêkirî gunehbar bikin" yê ku pare ji Ewrupa, Efrîqa, û welatên Erebî werdigirtin û piştre ji DAIŞ re dişand, wî got, anî ziman jî ku hukmê sêdaredanê li gorî bendê 4ê yê zagona dijî-terorê lê hat birîn.