Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî Wadî Bereda ya nêzî Şamê vedigerîne

Artêşa Sûrî roja Yekşemê (29ê Kanûna Duyem) got ku wê devera nearam a nêzî Şamê ku avê dide paytextê kontrol kir, li gorî AFP.

Wadî Bereda di vê dawiyê de cihê şerên dijwar ên di navbera rejîm û hêzên opozisyonê de bû û wê agibesta qels a li seranserê welat danî ser mehek û bi melyonan xelk li Şamê bê av hiştin.

Daxuyaniya ku bi rêya televîzyona dewletê hat parvekirin, rojekê piştî ku artêş bo cara yekem di hemaya çar salan dederbasî molgeha pempkirina avê li Wadî Bereda bû hat.

Li gorî rêkeftineke ligel desthilatan, çekdarên opozisyonê dikarin li deverê bimînin lê belê bi mercê ku ew çekên xwe radest bikin, anjî ew biçin parêzgeha Idlib ya bakûrê welat.

Roja Yekşemê bi sedan çekdarên opozisyonê ji Wadî Bereda derketin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Nêzîkî 5.5 melyon kes li Şamê û gundewarên wê ji dema dijwarbûna şer li Wadî Bereda di dawiya Kanûna Yekem de bê av mabûn.

Rejîmê û hêzên hevalbendên wê cengiyan daku dîsan kontrola xwe li ser Wadî Bereda û saziya avê ya li Ên Fîca vegerênin ji dema ku çekdarên opozîsyonê beriya krîsmasê destê xwe danî bûn ser deverê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500