Nûçeyên Iraqê

Eniya Nusra şerê opozisyonê li bakurê Sûriyê dike

Eniya Nusra, ku niha wekî Eniya Fetih el-Şam tê naskirin, roja sêşemê (24ê Kanûna Duyem) êrîşî hejmareke komên opozisyonê yên li bakurê Sûriyê kir, AFP ragihand.

Pevçûn di saetên destpêkê yên rojê bi êrîşa Eniya Nusra ya li ser bingeheke grêdayî Ceyş el-Mucahidîn destpê kir, Rawngeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Eniya Nusra rêveberiya hevgirtinekê dike ku kontrola parêzgeha Idlibê dike, lê carinan alozî di navbera komê û hêzên din yên opozisyonê derdiketin , ku ew wê bi xweferzkirinê tohmetbar dikin.

Êrîşa serê sibê pevçûn zêdetir kirin u heta roja Sêşemê piştî nîvro berdewam kirin li ser sînorê di navbera bakurê Helebê û parêzgeha Idlibê de, serokê Rawangehê Ramî Ebdilrehman got.

Rokêtên ku di dema pevçûnan de hatin avêtin, pênc endamên malbatekê, ku piraniya wan jin û zarok bûn, kuştin, wî got.

Rawangehê got Eniya Nusra herêm ji komên opozisyonê li Helebê wergirt, lê şervanên opozîsyonê li dijî girupa tundrew li Idlibê bi pêş ketin.

Tu daxuyanieke fermî ji aliyê din li ser despêkirina pevçûnan tune ye, ku piştî çend rojan ji aloziya li parêzgehên Idlibê û Helebê, di nav de şerê navxweyî di nav komên opozîsyonê de, hat.

Lê Eniya Nusra di van heftiyên dawî de rastî hin rêze êrîşên asmanî yên dijwar hat, tê texmînkirin ku piraniya wan ji aliyê hevpeymaniyê ve hatiye lidarxistin.

Ebdilrehman got ku girûp bawer dike ku şervanên opozîsyonê ên herêmê di êrîşên asmanî de kordîne dikirin.

Pevçûnên harî dawî hat di demekê de ku rejîma Sûrî û komên opozisyona hevdîtinên aştiyê yên nû li paytexta Kazixistanê Astana bi dawî kirin, ew danûstandin ku li ser agirbesta agirbestekê ji 30ê Kanûna Yekem ve htin avakirin.

Eniya Nusra ji agirbestê hate jiberçavrakirin û wê pêvajoya gotubêjan red kir û aloziyên nû bi komên oposîtsyonê re derxist meydanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500