Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşî dawîn asêgeha DAIŞ li rojhilatê Mûsilê dikin

Hêzên Iraqî êrîşî taxa dawî li rojhilatê Mûsilê ku hîn di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de maye dikin û niha beşek jê rizgar kirine, fermanderê Operasyonên Nînewa roja Sêşemê (24ê Kanûna Duyem) got.

Hêzên federal roja Duşemê derbasî Raşidiya, devereke li aliyê bakurî û berava rojhilatî ya Mûsilê, bûn.

"Hêzên me aniha li Raşidiya, asêgeha dawî ya DAIŞ nêzî Çemê Dîcle, di nav pevçûnên dijwar de ne," fermandarê operasyonên Nînewa Ebdilemîr Reşîd Yarella ji Diyaruna re got.

"Em dê rizgarkirina aliyê rojhilatê Mûsilê di çend satên bên de bi fermî rabigihînin," wî got.

Roja Duşemê, DAIŞ sivîl ji malên wan ên li ser berava rojavayî ji Çemê Dîcle li Mûsilê derxistin, wiha xuya dike ku ew xwe ji êrîşeke di çem re hazir dikin, li gorî AFP.

"Grûpê em neçar kirin ku em malên xwe berdin... bê ku bihêle em tiştên xwe ligel xwe bibin," niştecihekî Meydan, taxeke li berava rojavayî, got.

"Grûpê cihên çekan bitevger kirin û nîşangir li serbanan û pencereyan danîn," wî niştecihî got, ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji tirsa tolhildana çekdarên DAIŞ ên ku taxa wî di destê wan de ye.

"Em neçar bûn ku ji deverê derkevin ji ber ku dê bibe meydana şer lewra em çûn malên mirovên xwe li deverên din ji bajar," wî got.

Sêrib milyon sivîl ku li rojavayê Mûsilê jiyan dikin di "metirsiyeke gelek mezin" de ne, NY roja Sêşemê hişyarî da.

"Em hêvî dikin ku hemû tişt hatine kirin bo parastina bi sedên hezarên kesên ku li aliyê din ê çem li rojava ne," kordînatora NY ê mirovî bo Iraqê, Lise Grande, di daxuyaniyekê de got.

"Em dizanin ku ew di metirisiyeke mezin de ne û em li ser jiyana wan ditirsin," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500