Nûçeyên Iraqê

Danustandinên aştiyê yên têkildarê Sûriyê li Asîtana dest pê kirin

Danustandinên aştiyê yên di naver rejîmê Sûriyê û komên opozisyonê de roja Dûşemê (23ê Kanûna Duyem) li paytexta Kazexistanê Asîtana destpê kirin, tevî ku biloka opozisyonê got ku ew dê bi rûbirû bi rejîmê re di rûniştina yekem de danustandinan nekin, AFP ragihand.

Nunerên ji herdu aliyan li ser heman maseya girover runiştin piştî ku Wezîrê Derve yê Kazexistanê Kairat Abdrakhmanov axaftina vekirinê pêşkêş kir.

Berdevkê opozisyonê Yihiya el-Arîdî got ku Duşema borî opozisyonê piştgiriya danûstandinên rasterast yên yekem nekir ji ber bombebarana berdewam ya rêjîmê û êrîşên wê li ser navçeya bi aloz a li nêzîkî Şamê.

Ne diyar e ka dê opozîsyon rasterast gotûbêjan bi rejîmê re di runiştina bê de bike yan nake.

Opozisyonê got ku dê gotûbêj dê giraniyê bidin piştgirîkirina agirbesteke giştî li seranserê welat.

Rejîm ber bi çareseriyekea siyasî a "giştgîr" ji kirîzê re pal dide hevdem ew rijde ku divê opozîsyon dest ji çekên xwe berde li beramber tifaqeke lêborînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500