Nûçeyên Iraqê

NY: Wêrankirina DAIŞ ji Tedmura Suriyê re tawaneke şer e

NY roja Înê (20ê Kanûna Duyem) êrîşên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li du cihên bajarêTedmura Suriyê yê kevnar şermezar kir, ew weke "tawaneke şer" û "jinavbirina çandî" binav kir, AFP ragihand.

Birêvebirê giştî yê UNESCO Irina Bokova wêrankirin weke "tawaneke nû ya şerî û windahiyeke mezin ji gelê Sûriyê û ji mirovahiyê re" binav kir.

"Ev gurzeke nû ye li dijî kelepûra çandî ... nîşan dide ku jinavirina çandî ku ji aliyê tundrewên hov ve dixwaze ku jiyana mirovan û diyardeyên dîrokî wêran bike daku gelê sûriyê ji raborî û paşeroja wî bêpar bike", Bokova got.

DAIŞ dubareTedmur, ku cihekî kelepora cîhanî ya UNESCO ye, roja 11ê Kanûna Yekem ji hêzên rejîmê stand û li gorî raportên rojnamevanî wêrankirina nû di destpêka vê mehê de pêk hatiye.

Serokê Şûnewarên Sûriyê Mamûn Ebdilkerîm got ku çavkaniyên herêmî dibêjin ku DAIŞ peykerê tetrapylon Tê edmurê rûxandiye, hevdem wêneyên satelîtê zirara pêşiya stadiyoma Romanî a bajêr nîşan dan.

DAIŞ berê jî bajar di heyama neh mehan de wêran kiribû, berî ku ew neçar bibe ji Tedmurê Adara borî derkeve.

Herwiha roja Înê, UNESCO got ku di salên şerê li Sûriyê de 30% ji bajarê dîrokî yê Helebê "bi giştî kavil bûne" ku ew weke cihekî keleporî cîhanîdi 1986 hatibû binavkirin - û dora 60% ji rûbera wê "zirareke mezin" dîtibû.

Şanderê got ku "zirareke mezin" li Kelhê li Kelehê pêk hatiye, ew bo hezarsaliya yekem a zayînê divegre û Mizgefta Mezin a Helebê, yek ji mezintirîn û kevintirîn mizgeftên bajêr ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500