Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî tundrewan li bakurê Sûriyê dikin armanc

Bêtirî 40 çekdarên Eniya Nusra, ya ku niha bi Eniya Fetih Şam tê naskirin, di êrîşên asmanî li ser kampên wan de li bakurê Sûriyê di saetên dawî yên roja Pêncşemê (19ê Kanûna Duyem) de hatin kuştin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku nehatiye zanîn kê êrîşên asmanî li beşê rojavayî ji parêzgeha Helebê, ku êrîşî kampekê li Cebel Şêx Silêman kirin, pêk aniye.

Eniya Nusra ne aliyek e di agirbesta ku di 30 Kanûna Duyem de kete warê bicîkirinê de û rastî ziyanên mezin di êrîşên asmanî yên hefteyên borî de hat. Nêzîkî 100 çekdarên wê ji destpêka salê ve hatin kuştin, Rewangehê got.

Hevdem, êrîşeke hevpeymaniyê roja Sêşemê serkêşekî Qaîda yê naskirî bi Mihemed Hebîb Bûsadûn Tûnisî li nêzîkî Idlibê li bakurê Sûriyê kuşt, Pentagon roja Pêncşemê got.

Sekreterê medyayî yê Pentagon Peter Cook got ku Bûsadûn "serkêşekî operasyonên derve" yê Qaîda bû yê ku di 2014an de gihişte Sûriyê.

Li cihekî din, pevçûnên dijwar nêzîkî balafirgeheke serbazî ya sereke li bakurê Sûriyê roja Pêncşemê kuştina 18 tundrewan û mirina dehên çekdarên ser bi rejîmê ve li pey xwe hişt, Rewangehê got.

Ev çend hefte bûn ku DAIŞ hewl dida nêzîkî balafirgeha serbazî ya Teyfûr li parêzgeha Hums pêş bikeve, di nava şerekî dijwar û êrîşên asmanî de yên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve li deverê ji roja Pêncşemê ve pêk tên.

"Dozdeh çekdarên rejîmê hatin kuştin, di nav de heft di teqîneke xwekujî de," serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman ji AFP re got, da zanîn jî ku 18 çekdarên DAIŞ jî hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500