Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rojhilatê Mûsilê paqij dikin berî pêşketina ber bialiyê rojavayî ve

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (19ê Kanûna Duyem) şerê dawîn veşargeha DAIŞ li rojhilatê Mûsilê kirin piştî ku fermandaran serkeftin ragihandin û bilez çavên xwe dadîn ser rojavayê bajar, li gorî AFP.

Ferîq Rukun Talib Şîxatê, ku serokatiya Ajansa Dije Terorê dike ya ku piraniya şerê Mûsilê encam dide, di konfranseke rojnamevani ya mezin de roja Çarşemê ragihand ku aliyê çepê "rizgar bûye" .

Hêzên Iraqî hîn roja Înê li wir şer dikirin û çekdarên "Dewleta Islmaî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji taxên bakûrî li rojhilatê bajar derdixin.

"Îro me girtina deverên Daristanan û Dor temam kir, û çekdarên DAIŞ bi koman vedikşin, hin ji wan jî ber bi berava din ya Dîcleyê avjeniyê dikin daku xwe xelas bikin," Ferîq Ebdilxanî Esedî , fermandarekî bilind yê Ajansa Dije Terorê, ji Diyaruna re got.

Roja Çarşemê, hêzên Iraqî bajêrî Tel Kêf jî vegerandin , li bakûr, ku wan bo çend hefteyan ew dorpêç kiribû.

Tenê hejmareke kêm ya deveran li berava rojhilatî mane bên rizgarkirin, Raşidiya di nav wan de ye, fermandaran got.

"Zêdetirî 4,000 çekdarên DAIŞ di pevçûnên rojhilatê Mûsilê hatine kuştin yan jî birîndar bûne," Esedî got, anî ziman jî ku hêzên Iraqî dest danîne ser hejmarên mezin ên çek, tiştên bûha, û wesayitên girûpê.

Aniha em taxên rizgarkirî paqij dikin, kun zêdetirî 95% yê devera rojhilatê Mûsilê pêk tîne, û em alîkariyê pêşkêşî niştecihên li wir dikin," wî got.

Dema ku bi temamî aliyê rojhilatê ewle bikin, hêzên Iraqî dê xwe amade bikin daku ber bi berava rojavayî pêş bikevin, ku hindik biçûktir e lê belê himbiza şêniyan zêdetir e.

"Bi hevahengiya hevpeymaniya navdewletî, me planeke êrîşkirina li ser aliyê rojavayî yê Mûsilê pêk aniye," Esedî got. "Em dê DAIŞ bixin şerên bilez bikin daku em piştrast bin ku ew tu şansê wan ê revê tune be."

Eqîd John Dorrian, berdevkê hevpeymaniyê, got ku şer dê zehmet be lê got jî ku tundrew ji Cotmehê ve gelek qels bûne, li gorî AFP.

"Wan gelek çekdaran, gelek çavkanî, gelek teqemeniyên bidest-çêkirî yên wesayitan û gelek çek di nîvê yekem ê vê şerê de ji dest dane," wî got.

"Bajar ji hemî aliyan ve bo hemû xwestekan û mebestan dorpêçkirî ye daku ew nikaribin dîsan alîkariyê werbigrin an dîsan xwe bihêz bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500