Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Tel Kêf li başûrê Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (19ê Kanûna Duyem) bajarê Tel Kêf, li bakûrê rojhilatê Mûsilê, bi temamî ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, Fermandariya Hêzên Hevbeş got.

"Yekîneyên Firqeya Zirxî ya 9ê û Fewcê 3ê êrîşî Tel Kêf, 10 kêlometran dikeve bakûrê rojhilatê Mûsilê, û debasî taxên wê bûn û xesarên giran gihandin DAIŞ," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Herwiha îroj Pêncşemê jî, hêzên Iraqî şerê asêgehên DAIŞ li molgehên dawî yên li jêr kontrola girûpê mane li rojhilatê Mûsilê dikin, li gorî AFP.

Birêveberê hêhêzn bijare yên Ajansa Dije-Terorê, ya ku piraniya şerê li Mûsilê dike, û Serokwezîr Heyder Ebadî roja Çarşemê ragihandin ku aliyê rojhilatî yê bajar hatiye "rizgarkirin" .

Ferîq Ebdulxanî Esedî, fermanderekî bilind yê Ajansa Dije-Terorê, got ku hêzên wî alîkariya artêşa Iraqê dikin daku şerê paşmahiyên tundrêyan bikin li du taxên mayî li bajar ku qesrên serok û otêlekê li xwe digrin.

Herdu cih li berava rojhilatî ya Çemê Dîcla yê ku Mûsilê dike du beş in, û aliyê rojavayî hînjî bi temamî li jêr kontrola DAIŞ e.

Sibeha roja Pêncşemê, "rûbirûbûn ligel segvanan û cihên (tifngên maşîn) hebûn, û balafirgehên hevepymaniyê ew rawestandin û aniha yekîneyên me dê operasyona paqijkirinê temam bikin," Esedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500