Nûçeyên Iraqê

Tundrewekî Iraqî di nav êrişkarên Parîsê de hate naskirin

Tundrewekî Iraqî ji Mûsilê di nav wan hersê xwekujên ku li derveyî Stade de France di dema êrîşên Mijdarê de sale 2015 li Parîs xwe teqandin de bû, çavkaniyeke Istixbarata Fransî roja çarşemê (18ê Kanûna Duyem) got.

Heta niha, bi tenê nasnameya yek ji êrişkaran yên ku teqemenî li derveyî yarîgehê teqandin hatiye naskirin, ew jî Bilal Hedfî ye , ciwanê Fransî yê 20 salî ku li Belçîkayê dijî, AFP ragihand.

Ajansa Istixbarata Firensî niha dibîne ku yek ji hevkarêv Hedfî Emar Remezan Mensûr Muhamed el-Sebawî ye yê ku ji bajarê Iraqî Mûsilê bû.

Ew û êrîşkarê sêyemîn, ku nasnameya wî hînjî nenaskirî ye, tê texmînkirin ku ew li gel komeke penaberên ku li girava Yonanî Lêros 3ê Mijdara 2015an daketine, derbasî Ewropa bûne .

Herduyan pasportên sexte yê Sûrî hildigirtin gava ku ew hatin kuştin. "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ), kuhemû êrîş li xwe girtin, got ku ew welatiyên Iraqî bûn.

Kesek di êrîşa Stade de France hatibû kuştin, êrîşa yekem ji zincîreya êrîşên plankirî ku li dora Parîsê êvara 13ê Mijdara 2015a qewimîbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500